Cotmeh 09, 2020 20:00 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê -12 pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî aşkera kir, di 24 saetên borî de 838 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 12 pêketiyên vîrusa korona jî jiyana xwe ji dest dane

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 838 kesên din bi vîrusa korona ketine û ji wan jî 206 kes li Hewlêrê, 252 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyan, 333 kes li Duhokê û 19 kes jî li Helebcê bi vîrusa korona ketine.

Herwaha hat ragehandin, di 24 saetan de kesek li Hewlêrê, 3 li Silêmanî, 8 li Duhokê bi giştî jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin heta naha 54 hezar û 387 kes bi vîrusa korona ketine û 34 hezar û 128 kes jî baş bûne.

Heta naha 1949 kesan jî ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv