Cotmeh 05, 2020 22:09 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 21 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de 21 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 saetên borî de, 829 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 337 kes li Hewlêrê, 84 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê û 352 kes li Duhokê û 27 kes li Helebceyê ne. Herwiha 382 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê herwiha diyar kir, 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê û  6 kes ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 51077 (Hewlêr: 18813, Silêmanî: 16702, Duhok: 13710, Helebce: 1851)

Mirin: 1847 (Hewlêr: 583, Silêmanî: 934, Duhok: 288, Helebce: 42)

Başbûn: 32378 (Hewlêr: 14811, Silêmanî: 10439, Duhok: 5390, Helebce: 1738)

Serepeyv