Cotmeh 03, 2020 21:17 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê: 16 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên bûrî de 16 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 saetên bûrî de, 494 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 103 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Germiyanê û 263 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne. Herwiha 524 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 7 kes li Duhokê ne.

Serepeyv