Cotmeh 03, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Geştên asimanî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tên sekinandin

Hikûmeta Tirkiyê geştên asimanî yên di navbera Tirkiye û Iraq-Herêma Kurdistanê de da sekinandin.

Berpirsê balafirgeha Hewlêrê, Ehmed Hoşyar ji televîzyona K24 re ragihand, duh êvarê desteya firokevaniya Iraqê em agahdar kirin ku li ser daxwaza wezareta tenduristiya Tirkiyê ji ber belavbûna Koronayê, hikûmeta Tirkiyê geştên asimanî bi Iraqê re daye sekinandin.

Ehmed Hoşyar her wiha got, ji saet 12 îşev de geştên asimanî di navbera Tirkiye û Iraq-Herêma Kurdistanê de heta demek ne diyar tên sekinandin.

Berpirsê balafirgeha Hewlêrê da zanîn, ew kesên ku bilîta firokeyê kirrîne û dixwazin serdana Tirkiyê bikin, bila serdana ofîsên Turkish Airline û Pegasus û Iraqi Airline bikin û diravê xwe werbigirin.

Bi gotina berpirsê balafirgeha Hewlêrê, geştên ku welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Tirkiyê tînin, ew didomin her wiha geştên ku welatiyên Tirkiyê ji Iraq û Kurdistanê dibin, ew jî didomin.

Serepeyv