Cotmeh 03, 2020 08:46 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê mirin û 640 kes jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 64 kes bi Koronayê ketine û 270 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî ve 21 kes bi Koronayê can daye.

Li gorî amarên han, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 49 hezar û 134 kesan ku 31 hezar û 158 kes ji wan baş bûne û hezar û 791 kes jî mirine.

Serepeyv