Cotmeh 01, 2020 23:50 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiye Çiyayê Gareyê bombebaran dike

Frokeyên şer ên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên hêzên PKKê di heyama saetêkê de çar caran li Çiyayê Gareyê dorûberê Gundê Meranê li herêma Berwariya Xwarê bombebaran kir.

Li gor ragihandina Rudawê, Mêvan Berwarî yê xelkê deverê ji Rûdawê re ragihand ku îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an frokeyên şer ên Tirkiyê  ji saet 17.30 heta 18.00ê sê caran geliyê Meranê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Herwiha kesek din ê xelkê deverê da zanîn ku Gundê Meranê xelk têde nemaye û PKK wî gundî weke binkeya xwe bikar tîne.

Rêvebirê Nahiya Çemankê Elend Emîr Guge ragihand ku ew cihê hatine bombebarankirin li nêzîkî navenda nahiya wan bûye û niha xelkê sivîl nikarin li wê derê çûnûhatine bikin, çimkî ew navçe êdî ne aram e.

Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyona Çengê Baz û ji 17ê heman mehê ve jî operasyona Çengê Piling di nav axa Herêma  Kurdistanê de destpê kiriye. Tirkiye dibêje, operasyona wan li dijî PKKê ye, lê di encama bombebaranên Tirkiyê de heta niha 6 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 15 kîlometran û berfirehiya 40 kîlometran derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê bûye.

Di yek-du heftiyên bihorî de, êrîşên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kêmtir bibûn, lê di van çend rojên dawî de, careke din Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirine.

Serepeyv