Îlon 29, 2020 10:34 Asia/Tehran
  • Li Helebçeyê; Peykera Esxer Reşîd hat çêkirin

Li nava hewşa Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebçe bi amadebûna hejmarek hunermend û kesayet perde li ser peykera Hunermend Esxer Reşîd hate rakirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Peykera Esxer Rexîd ji aliyê peykervan Bextiyar Helebçeyî ve hatiye çêkirin. Bilindiya peykerê 2 metre û penahiya wê jî 85 santîmetr e ye.

Di merasîma rakirina perdeyê de Bextiyar Helebçeyî got; "Di çêkirina peykerê de min madeyên cuda bikar aniye. Tirêjên rojê û baran bandoriyê li ser nake.”

Hunermend Esxer Reşîd di payîza sala 1960’an de li Helebçeşê ji dayik bûye. Li Helebçe û Silêmaniyê xwendina xwe temam kiriye. Piştre di sala 1996’an de li Rêveberiya Çavdêriya Civakî dibe mamostayê hunerê. Gelek berhemên hunerî pêşkêşî gel kiriye. Yek ji berhemên wî yên bi nav û deng Trajediya Helebçeyê ye. Ew xwediyê pirtûka ‘Arasteyî Tabluyî Mindalan’ e.

Hunermend Esxer Reşîd roja 27’ê Adara 2020’an de koça dawî kir.

 

 

 

Serepeyv