Balafirên şêr ên Tirkiyê Herêma Berwarî Bala bombebaran kirin
Îlon 29, 2020 09:23 Asia/Tehran
Balafirên şêr ên dewleta Tirkiyê herêma Berwarî ya Amêdiyê li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê, herêma Berwarî Bala ya dikeve ser Amêdiyê bombebaran kirine.
Li gor agahiyan agirek mezin bi çiyayê Metînayê ketiye û heya niha nayê zanîn ku di encama bombebaranê de, ziyanek canî çêbûye yan na.
Di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê piranî xelkê sivîl ziyanê dibînin û dibin gorî.