Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Di hefteyekê de 145 kes bi Koronayê mirin
Îlon 27, 2020 17:20 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên hefteyekê yên Koronayê ragihand.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav hefteyekê de 4 hezar û 749 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Li gorî amarên han, di nav hefteyekê de 145 kes jî bi Koronayê mirine û 3 hezar û 411 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Li gorî amarên fermî, heta niha li Herêma Kurdistanê 45 hezar û 215 kes bi Koronayê ketine ku 28 hezar û 938 kes ji wan baş bûne û hezar û 650 kes jî mirine.