Herêma Kurdistanê: 25 kesên din bi Koronayê mirine
Îlon 25, 2020 21:26 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê derheqê rewşa koronayê (Covid19) de daxûyanî da.
Li gor daxûyaniyê di 24 saetên dawîn de 706 kes bi koronayê ketine. 521 nesaxên koronayê saxbûne. 25 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Ji destpêka pandemiya koronayê heya niha bi giştî rewşa wiha ye:
Herwiha 44 hezar û 695 kes bi koronayê ketine. 28,674 kes sax bûne. 1 hezar û 617 kesan canê xwe ji dest dan. 14 hezar û 404 kes hilgirê vîrûsa koronayê ne.