Îlon 23, 2020 11:44 Asia/Tehran
  • James Jeffrey û Nêçîrvan Barzanî ser rewşa kurdên Sûriyê û deverên wan gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê pêşwazî li Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: James Jeffrey di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Kurd û hevbeşên xwe di rûbirûbûna terorê de kir.

Di civînê de Wezîrê  Pêşmerge, Serfermandarê Pêşmerge û Berprisê Fermangeha Pêywnediyên Derve yê Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokê Herêma Kurdistanê û Şanderê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê di civîna xwe ya li Hewlêrê de, “pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê, erkên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û rûbirûbûna çalakî û metirsiyên terorê li Sûriyê û Iraqê, rewşa Kurd û gotûbêjên aliyên Kurdî li Sûriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û yekrêziya navbera wan gotûbêj kirin.”

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, “James Jeffrey tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji Kurd û hevbeşên xwe di rûbirûbûna terorê de û bi temamî nehiştina DAIŞê li Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û  ji bo vê yekê jî hemû core alîkariyên pêwîst pêşkêşî Pêşmerge û hêzên iraqî dike.”

Li gor daxuyaniyê, “pandemiya Koronayê û encamên wê li Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê û rlkar û pêngavên rûbirûbûna wê, pêywendiyên Hewlêr-Bexda, pirsa Kurd li Sûriyê, hêzên biyanî yên li Sûriyê, rewşa navçê bi giştî, hewlên ji bo parastina istiqrar û aramiyê û çend mijarên din ên cihê giringîdana herdu aliyan”, mijarên din ên civîna Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey bûne.

Serepeyv