Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê: Di hefteyekê de 164 kes bi Koronayê mirin
Îlon 19, 2020 15:49 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistana Iraqê amarên hefteyekê yên Koronayê li vê herêmê de ragihand.
Wezareta tenduristiya Kurdistana Iraqê ragihand, di heyama hefteyekê de 39 hezar û 316 têstên Koronayê hatine kirin ku têsta 4 hezar û 537 kesan pozîtîf bûye.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn, di nav hefteyekê de 164 kes jî bi Koronayê mirine û 2 hezar û 937 nexweşên Koronayê jî baş bûne.