Tebax 30, 2020 22:17 Asia/Tehran
  • Koçberekî Kurd li Almanya bi derbên kêrê hat kuştin 

Koçberekî Kurd li bajarê Dortmondê yê Almanyayê ji aliyê kesekî ve bi derbên kêrê hat kuştin.

Li gor agahiyan, koçberê Kurd ê bi navê Rêbwar Kerîm Xesrew ê 37 salî ku niştecihê bajarê Dortmondê yê Almanyayê bûye, êvara roja 28ê Tebaxa 2020 di dema vegera bo malê de, li nêzîk mala xwe ji aliyê kesekî ve ku rûyê xwe bi mask nixumandî bûye, bi derbên kêran hatiye kuştin.

Birayê wî koçberê Kurd, Ebdullah Kerîm derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “birayê me êvara 28ê Tebaxê bo kirîna hinek tişt û kelûpelan çûbû markêtekê, lê di dema vegera bo mal de, ji aliyê kesekî rû nixumandî ve bi kêrê hatiye kuştin.”

Polîsê Almanya derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye. Birayê Rêbwar dibêje: “Polîs soz daye me roja Duşemê derbarê bûyerê de zanyariyan bide me.”

Rêbwar Kerîm li qezaya Çemçemalê ya Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û sala 2006ê Kurdistan bi cih hiştiye û çûye derveyî welatî. Bi gotina Ebdullahê birayê wî, Rêbwar destpêkê çûye Îtalya, paşê çûye çend welatên din ên ewropî û herî dawî û berî ku bê kuştin, li bajarê Dortmondê bicih bûbû. Rêbwar demekê li markêtekê kar dikir û demekê jî şofêrê barhilgirekê bûye.

Rêbwar zewicî bû, lê ji hevjîna xwe cuda bûbû û kurekî wan ê 4 salî heye.

Serepeyv