Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: Dermanê dijî vîrusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa taqîkirinê deye
Tebax 23, 2020 23:04 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir aşkere kir dermanê dijî nexweşiya virusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa dawî ya test û taqîkirinê de ye û wê li ser nexweşxanan were belav kirin.
Dr. Mihemed Qadir êvara îro roja yekşemê 23.08.2020an ji BasNewsê re axivî û got: “Wezareta Tendirustiya Iraqê rêkeftin ligel kompanyayeke duristkirina derman li Herêma Kurdistanê kiriye bo durustkirina dermanê dijî vîrusa Koronayê bi navê (Favepiravir) ku niha duristkirin û berhemanîna wê bi dawî bûye û di qonaxa taqî kirinê de ye. “
Herwiha Dr. Mihemed Qadir ragihand piştî serkeftina derman di warê tendirustî de wê wezareta tendirustiyê derman li ser nexweşxanan belav bike û bide nexweşan.