Tebax 23, 2020 14:04 Asia/Tehran
  • Ji ber bombebarana Tirkiyê li malbateke Kurd bû şîn û girî 

 Di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê ser nahiyeya Kanî Masê li parêzgeha Duhokê welatiyekî sivîl ê din bi navê Xalid Ebdulrehman jiyana xwe ji dest da û bi wê yekê hejmara sivîlên ku di operasyonên wê dawiyê yên Dewleta Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 7 kesan.

Welatiyê bi navê Xalid Ebdulrehman ku di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de li Kanî Masê li devera Berwarî Bala jiyana xwe ji dest daye, 7 zarokên wî hene, ku 3 kur û 4 keç in. Malbata Xalid Ebdulrehman dibêjin, dema ku gund hat bombebarankirin, agir bi erdê wan ketiye, lewma Xalid çûye naw zewiyên xwe û hewl daye ku agir kontrol bike, lê cardin balafirên şer ên Tirkiyê gund bombebaran kirine û di encam de Xalid bûye qurbanî. 

Ebdulmecîd Xalid, kurê wî welatiyê ku di bombebarana Tirkiyê de bûye qurbanî, ji Rûdawê re dibêje: “Me firavûna xwe dixwar, teyare hat û bombebaran kir, sed metran dûr nebû ji erdê me û tevde sot (şewitî). Bavê min çû daku vemirîne, çû vê derê lê teyare dîsan hat û mûşekek lê da û kuşt. Bavê min mamosta bû lê malnişîn bû.”

Artêşa Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê heya niha gelek deverên bakura Iraqê dagîr kirine û ji erd û esmîn Herêma Kurdistanê kiriya armanca êrişên xwe ku di encamê de gelek ziyanên madî û canî çêbûne û bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne. Dewleta Iraqê ev seddirêjiyên Tirkiyê şermezar kirine û ji dewleta tirk dixwaze artêşa xwe ji nav Iraqê derxîne.

Serepeyv