Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan
Tebax 21, 2020 23:51 Asia/Tehran
Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 500 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 535 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyên ku heta niha hatine tomarkirin, gihîştiye 23 hezar û 739 kesan.
Wezareta tenduristiyê da zanîn, ji duhî de 26 kes jî bi Koronayê can dan û 326 nexweş jî baş bûne.
Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, hejmara miriyên Koronayê gihîştiye 875 kesan û hejmara nexweşên ku baş bûne jî gihîştiye 13 hezar û 650 kesan.