Tebax 17, 2020 23:22 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên li Ranyayê di roja pêncem de berdewam dike

Xwepêşandanên li navçeya Ranyayê ya Herêma Kurdistanê di roja pêncem de berdewam dike. Xwepêşanderan dema xwestin ber bi baregehên hizban ve herin hêzên ewlehiyê astengî derxistin û alozî di navbera her du aliyan de derketin.

Di roja pêncem de, welatiyên navçeya Ranyayê carek din bi daxwaza hilweşandina hikûmetê, nebûna xizmetguzarî û derfetên kar li nava bazara navçeyê kombûn dest bi xwepêşandanê kirin.

Dema xwepêşanderan xwestin ber bi baregehên hizban ve bimeşin, hêzên ewlehiyê rê li pêşiya xwepêşanderan girtin. Ji ber astengiyê di navbera her du aliyan de alozî derket.

Li gorî zanyariyên bidestketin, li herdu baregehên YNK’ê û PDK’ê yên li navçeyê hêzek zêde hatine komkirin.

Xwpêşanderan daxwaznameyak ku ji 14 xalan pêkdihat radestî aliyên peywendîdar kirin ku yek ji daxwazan derxistina tevayî baregehên hizbî ji nava bajêr bû.

LI gor nûçeyeke din ji Herêma Kurdistanê saziyên jinan û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî ji bo êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdidstanê şermezar bikin, xwestin li Kune Masî ya ser Şarbajêr daxuyaniyek bidin. Lê asayîşa Silêmaniyê du caran ew asteng kirin. Tevî astengiyan şandeyê li gundê Tuwe Spî daxuyaniyek li dijî desdirêjî û dagirkeriya Tirkiyê xwendin.

Serepeyv