Li Silêmanî û Ranya xwepêşandan, li Hewlêr û Dihokê jî astengî/nûçegihaneke can da
Li Silêmanî û Ranyayê ji bo hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmetek demkî welatiyan xwepêşandanên girseyî lidarxistin. Li Hewlêr û Dihokê jî çalakî hatin astengkirin û bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di xwepêşandana vê êvarê ku li navçeya Ranyayê pêkhat û alozî derket de, nûçegihanê kanala Gelî Kurdistan yê bi navê Huner Resul jiyana xwe ji destda.
Sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer, li ser hesabê xwe yê Facebook’ê diyarkir, Huner Resûl ji ber krîza dil jiyana xwe ji destdaye.
Lê hinek çavkaniyên ne fermî diyarkirin ku di dema aloziyê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de kevirek li singa Huner ketiye û ji ber wê jiyana xwe ji destdaye.
Li Dihok û Hewlêrê asayîşê astengî ji xwepêşandanê re derxist, hejmarek zêde ya hêzên ewlehiyê li nava bazar û cihên ku wê xwepêşander lê kombiban belav bûbûn. Li gorî zanyariyan bi dehan kes ji aliyê asayîşê ve hatine binçavkirin.
Li navçeya Ranyayê xwepêşandan hate lidarxistin, di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket û aloziya heyî berdewam dike.
Li Parka Azadî ya Silêmaniyê jî bi heman armancê xwepêşan û çalakiyên girseyî hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de welatiyan dirûşmên li dijî hikûmetê gotin, gelek peyam hatin xwendin. Piştre jî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid axivî.
Şasiwar Ebdulwahid di axaftina xwe de daxwaz ji xwepêşanderan kir ku xwepêşandan bi awayek aştiyane werin lidarxistin. Her wiha daxwaz ji gel kir ku di xwepêşandanên xwe de berdewam bikin, xwepêşandanek ji 100 hezar kesî were lidarxistin daku hikûmeta heyî hilweşe û hikûmetek nû were avakirin.