Li Herêma Kurdistanê 653 kesên din bi Koronayê ketin
Tebax 11, 2020 20:26 Asia/Tehran
Li Herêma Kurdistana Iraqê 13 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 650 kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 653 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, 13 kes pê mirine û 171 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, heta niha 18 hezar û 200 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine ku 10 hezar û 480 kes jê baş bûne û 760 kes jî mirine.