Tebax 09, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • Zaxo- Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek bordûman kir

Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek li qezaya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê li ser riya Derkar û Batîfa bordûman kir.

Duh li Zaxo firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek li ser rêya Derkar û Batîfa armanc kir û li gor zanyariyan, ti ziyanên canî nebû.

Ligor peyamnêrê K24ê reng e bombebaran bi riya “Laser” hate kirin, ne mûşek be, ji ber ku ti cihê mûşekê li otombîlê diyar nabe û tenê otombîl şewitiye.

Rêvebirê Nahiya Derkarê Zêrevan Mûsa ji K24ê re ragihand, du kes di nava otombîlê de bûn û her du bira ne û ew ji gundê xwe diçûn nahiya Batîfa.

Ji nîva meha Hezîrana bûrî ve operasyona artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdisanê berdewam e û ji encama şerê di navbera artêşa Tirkiyê û  PKKê de, ziyanên mezin gihîştine xelkê wê deverê û hejmarek mezin ji gundan jî vala bûne.

Serepeyv