Tebax 07, 2020 13:06 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan

 Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 500 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê belav kir.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 507 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 14 kes jî pê mirine û 132 nexweş jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 16 hezar û 84 kesan ku 9 hezar û 843 kes ji wan baş bûne û 611 kes jî mirine.

Di vê navberê de serokê komîsyona tenduristiyê li parlemanta Kurdistanê dibêje, rêjeya mirina bi Koronayê li Silêmaniyê ji ya Hewlêr û Duhokê zêdetir e, loma bila xelkê Silêmaniyê xwe biparêzin û nebêjin êdî rewş baş bûye.

Serepeyv