Tebax 05, 2020 16:05 Asia/Tehran
  • Balefira bêmirov a Tirkiyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir

Duh 04.08.2020ê balefira bêmirov a artêşa Tirkiyê piştî nîvro gundê Gelale ya ser bi qeza Mawet a navçeya Şarbajêr li Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Qaymeqamê qeza Mawet Kameran Hesen ragehand: ‘’Balefira bêbalefirvan a Tirkiyê çend mûşek avêtin Kwêrekanî (Korekanî) û Deşta Jajolan a nêzîk gundê Gelale.’’

Qaymeqamê qeza Mawet herwaha got: ‘’Ti zanyariyek derbarê mirina rûniştvanên gund bidest neketiye, lê agir li cîhê bombebaranê ketiye, ji ber wê jî ziyan giheştiye dar û bax û rezên hemwelatiyên navçê.’’

Qaymeqamê qeza Mawet got: ‘’Herçend bombebarana Kwêrekanî û Deşta Jajolan hatibe kirin jî, lê heta naha diyar nîne ti kesek ber wê bombebaranê ketiye yan na.’’

Eva çend car in balefirên bê mirovn ên artêşa Tirkiyê gundên navçeyê bombebaran kirine û hemwelatiyên sivîl dibin qurbanî.

Serepeyv