Tebax 04, 2020 15:32 Asia/Tehran
  • Herêma Şarbajêr a Silêmaniyê hate bombebarankirin

Balafirên keşfê ku tê îdiakirin yên artêşa dewleta Tirkiyê ne, herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê bombebaran kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Balafirên keşfê herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kirin. Balafiran heya Deşta Jajolan û Kiwêrekan ku tenê 3 kîlometre ji gundê Gelawe dûr e, bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, ziyanek mezin gihaştiye bax û baxçeyên şêniyên herêmê. Nayê zanîn bê ka balafirên keşfê yên kîjan dewletê ne. Lê tê îdiakirin ku balafir ên dewleta Tirkiyê ne.

Qeymeqamê navçeya Mawet ya herêma Şarbajêr Kameran Hesen got: “Balafiran îro du caran herêm bombebaran kirin. Balafirên keşfê jî heya saet 12:00’an li ser herêmê digeriyan.”

 

 

Serepeyv