Tebax 02, 2020 23:01 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: 334 kesên din bi Koronayê ketine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 334 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 334 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 207 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 17 kes li Germiyanê û 77 kes jî li Duhokê ne.

Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 3 kes jî li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 122 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 77 kes li Hewlêrê, 26 kes li Germiyanê û 9 kes li Duhokê û 10 kes jî li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 14467 (Hewlêr: 4737, Silêmanî: 8597, Duhok: 657, Helebce: 475)

Mirin: 560 (Hewlêr: 131, Silêmanî: 418, Duhok: 3, Helebce: 8)

Başbûn: 9299 (Hewlêr: 3097, Silêmanî: 5411, Duhok: 371, Helebce: 420)

Serepeyv