Tebax 02, 2020 16:19 Asia/Tehran
  • Tirkiyê cihek 15 kîlometreyan dûrî navenda Duhokê bombebaran kir 

Firokeyên şer ên Tirkiye devera Bagêr ku 15 kîlometreyan dûrî navenda parêzgaha Duhokê ye yekem car e bomberan dike. Otomobîlek bûye hedafa êrişê, lê bombe li tenişta rê ketiye û otomobîl derbas bûye.

Duh Şemiyê 1ê Tebaxa 2020an saet 18.30ê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê  nêzîkî Gundê Nebî li Komelgeha Bagêrê ser bi navçeya Zawêteyê ve bomberan kir.

Rêvebirê Navçeya Zawêteyê Muşîr Beşîr ragihand ku “ew êriş li dijî otomobîleke PKKê bûye, lê bombe li tenişta rê ketiye û otomobîl derbas bûye.”

Muşîr Beşîr herwiha diyar kir ku di encama êrişê de ti ziyanên canê çênebûne, lê li ba xelkê deverê tirs çêbûye.

Bi gotina Beşîr eva yekem car e ew navça Duhokê tê bombebarankirin ku 15 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e.

Herwiha firokeyên şer ên Tirkiyê duh di nava rojê de herêma Çiyayê Gareyê li Amêdiyê bombebaran kiribû û li gor îdiaya Wezareta Berevaniya Tirkiyê di encama wê êrişê de 6 endamên PKKê canê xwe ji dest dabûn. Lê derbarê bûyerê de heta niha PKKê ti daxuyanî nedaye.

Serepeyv