Tebax 02, 2020 15:39 Asia/Tehran
  • Li Xurmatû di navbera Erebên hawirde û Kurdan de şer derket 

Li Xurmatû şer di navbera Erebên hawirde û Kurdan de çê bû. Erebên hawirde vegeriyane sînorê Daqûq û Xurmatûyê ji ber vê yekê alozî çê bûye.

Melbenda 16 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, Erebên hawirde bi hevkariya artêşa Iraqê hatine û teqe li rûniştiyên Kurd li navçeyê kirine.

Li gor zanyariyan nêzikî 15 malbatên Erebên hawirde bi niyaza niştecihbûnê çûne gundekî di navbera Daqûq û Xurmatûyê, lêbelê rûniştiyên gund ku Kurd in, li dij wan derketine.

Mela Kerîm Şikur, Berpirsê Melbenda 16 a YNKê li Xurmatûyê ji Rûdawê re ragihand, îro, 02.08.2020, di demjimêrên sibehê de, 15 malbatên Erebên hawirde  bi niyaza niştecihbûnê çûne sînorê gundê Kulî Tepe ku gundekî Kurdnişîn e û dikeve navbera Daqûq û Xurmatû.

Gundê Kulî Tepe, bi gotina Mela Kerîm Şikur, di salên 90î de hatiye Erebkirin û navê wî jî guhertine bo Mihawş, lê piştî 2003 ku hikûmeta Beas rûxa, Erebên hawirde gund bicî hiştiine û rûniştiyên gund ên Kurd vegeriyane.

Mela Kerîm Şikur dibêje, “Erebên hawirde vê sibehê bi hevkariya hêzên hikûmeta Iraqê vegeriyane û bi niyaz in dûbare zeviyên cotkarên Kurd dagîr bikin.”

Berpirsê Melbenda 16 a YNKê dibêje, “Artêşa Iraqê ji bo piştevanîkirina Erebên hawirde teqe li rûniştiyên navçeyê yên Kurd de kiriye. Em jî ji bo piştevaniya Kurdên li navçeyê diçîne wî gundî û em rê nadin ew Erebên hawirde vegerin navçê.”

Serepeyv