Tîrmeh 26, 2020 22:11 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê li Bamernê du otomobîlên PKKê kirin armanc

Rêveberê Bajarokê Bamernê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîlên PKKê li sînorê wê nahiyeyê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, 2 kes di nava otomobîlekê de jiyana xwe ji dest dane.

Balafirên cengî yên Tirkiyê sînorê bajarokê Bamernê ya ser bi qezaya Amêdî ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Bombebarana deverê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve derdora saet 16:30 û li ser riya gundê Barzankê û di navbera herdu gundên Xelpîş û Hesimpîrka çê bûye.

Rêveberê Bajarokê Bamernê, Hemîd Zubêr ji Rûdawê re ragihand, “balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîlên PKKê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, du kesên di nava otomobîlekê de canê xwe ji dest dane.”

Rêveberê Bajarokê Bamernê herwiha da xuyakirin, di encama êrîşê de agir bi derdora gundê Barzankê ketiye û şewat derketiye, lewma tîmên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û hewl didin agir kontrol bikin.

Artêşa Tirkiyê şeva bihorî jî gundê Bêdihê li sînorê bajarokê Kanî Masê li qezaya Amêdiyê topbaran kiribû.

Serepeyv