Tîrmeh 18, 2020 17:17 Asia/Tehran
  • Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li ser jinavbirina valatiya ewlehiyê li navçeyên kêşeliser li hev kirin

Dewsgirê Erkantiya operasiyona hevpar a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê qala lihevkiirna digel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li ser jinavbirina 11 kîlomitr valatiya ewlehiyê li navçeyên kêşeliser kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Qehreman Şêx Kemal, Dewsgirê Erkantiya operasiyona hevpar a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di gotûbêja bi malpera Xendanê ra got ku gotûbêjên pêkhatî yên vê dawiyê navbera Wezareta Pêşmerge û rayedarên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bûye sebeb ku du alî li ser jinavbirina valatiya ewlehiyê li navçeyên kêşeliser navbera Hewlêr û Bexdayê li hev bikin.

Dewsgirê Erkantiya operasiyona hevpar a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê her wiha got ku di rojên bihurî da beşeka hêzên artêşa Iraqê derbasî mihwera 2 ya hêzên Pêşmerge bûn û armanca hatina van hêzan jî jinavbirina valatiya ewlehiyê ya heyî li van navçeyan hat zanîn.

 

 

Serepeyv