Dewleta Tirkiyê qontara çiyayê Helgurd bombebaran kir
Tîrmeh 17, 2020 02:55 Asia/Tehran
Ji beriya demek kurt balefirên şer ên dewleta Tirkiyê devera Balekayetî bombebaran kirin. Têkildarê ziyanên bombebaranê heya niha zanyariyên zelal bidest neketine.
Balefirên şer ên dewleta Tirkiyê çar caran li ser hev devera Kune Kotir ya dikeve qontara çiyayê Helgurd li herêma Balekayetî bombebaran kirin.
Têkildarê ziyanên bombebaranê heya niha zanyariyên zelal bidest neketine.
Hêjayî gotinê ye devera hatî bombebarankirin rojane gelek geştiyar, çiyager, şivan û cotyar serdana wê deverê dikin.