Tîrmeh 14, 2020 09:15 Asia/Tehran
  • Waliyê Hewlêrê: Kî derbasî Hewlêrê bibe, bila 50 hezar dînarî bide

Waliyê Hewlêrê destnîşan kir ku ji niha û pêva kesên ku derbasî vê paarêzgehê dibin, divê bikevin bin testê û diravekî jî bidin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê NRT'yê, Furset Sofî, Waliyê Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê roja Duşemiyê got, her kesek ku bixwaze were Hewlêrê, divê bikeve ber lêgherîn û testê û di berdêla vê yekî jî pereyek jê were istandin ku zêdetir ji 50 hezar dînarî nebe.

Serepeyv