Tîrmeh 11, 2020 18:22 Asia/Tehran
  • Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê beşdarî rêûrisma pêşwaziya fermî ji meytê Rêberê Terîqeta Qadirî bû

Mêhdî Şûşterî, Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê Îniyê berêvarî beşdarî pêşwaziya fermî ji meytê rehmetî Şêx Mihemed Kesnezanî, Rêberê Terîqeta Qadirî li firokexaneya Silêmaniyê bû.

Li gorî rapora ISNAyê, Şûşterî di vê merasimê da ku bi amadebûna kesayetiyên siyasî, partîtî û dînî yên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê ji wan Şêx Cefer Şêx Mistefa Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê û Heval Ebûbekir, Parêzgarê Silêmanîyê hat lidarxistin, di gotûbêjeke bi Şêx Nehro Kesnezanî zarê rehmetî Şêx Mihemed Kesnezanî û Rêberê nû yê Terîqeta Qadirî, sersaxiya Komara Îslamî ya Îranê ragihande wî.

 

Serepeyv