Tîrmeh 03, 2020 18:46 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê ji bo derxistina leşkerên Tiriyê kampanya îmzeyan destpê kir

Ji bo leşkerên Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê bên derxistin, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Di çarçoveya pêngava "Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne" de, li Herêma Kurdistanê kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirkiyê ji vê Herêmê destpê kir.

Armanc ji kampanyayê ew e ku leşkerên Tirkiyê ji her devera Herêma Kurdistanê û Iraqê bên derxistin.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Jinên Ciwan li seransera Herêma Kurdistanê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.

Li gel komkirina îmzeyan her wiha li malpera Change.org jî heman kampanyayê destpê kir.

Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin bi rêya vî lînkê dikarin tevlî bibin.