Tîrmeh 02, 2020 08:41 Asia/Tehran
  • Cotyar Adil: ‘Rê bi hêzên biyanî nayê dayîn xaka Herêmê ji bo çalakiyên leşkerî bikarbînin’

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna îro ya desteya wezîran axivî û têkildarî êrîş û desirêjiyên Tirkiyê û topbarankirina endamên komên dijî Înqilabê ji aliyê Îranê got: “Peyewendiyek me ya dostane li gel Tirkiye û Îranê heye. Li ser êrîşan jî me beyaname daye, em rê nadin xaka Herêmê ji bo çalakiyên leşkerî û li dijî cînarên me were bikar anîn.”

Piştî civîna Desteya Wezîran Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, têkildarê encama civînê ji çapemeniyê re axivî.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di vê çarçovê de da diyarkirin nayê zanîn di mehên bê de wê muçe çawan were belav kirin û dibe ku li gorî dahatê were belav kirin. 

Li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta navendî, Cotyar Adil da zanîn Hikûmeta Herêmê ji destpêkê ve bi niyazpakî serdana Bexdayê dike. Adil got: “Hefteya derbazbûyî şanda herêmê serdana Bexdayê kir. Qala budce, muçeyê Herêma Kurdistanê û mijara neftê kirin. Wê danûstandin berdewam bikin û di demek nêz de wê carek din şanda herêmê biçe Bexdayê.”

Li ser kêmkirina muçe jî Cotyar Adil da zanîn di mehên  bê de wê li gorî dahatê muçe were dabeşkirin, ji ber wê nizanin ka wê kêmkirin berdewam be yan na.

Di derbarê êrîş û desdirêjiyên Tirkiye ser axa Iraqê  û topbarana navendên dijî Înqilabê ji aliyê Îranê jî Cotyar Adil got: “Wek Herêma Kurdistanê me hertim gotiye ku peywendiyên me li gel Tirkiye, Îran û hemû welatên din peywendiyek dostane ye. Li ser bombebaranan me daxuyanî daye, carek din dubare dikin ku rê bi ti hêzek biyanî nayê dayîn xaka Herêma Kurdistanê ji bo çalakiyên leşkerî û li dijî cînaran were bikarbîne.”