Tîrmeh 01, 2020 08:49 Asia/Tehran
  • Parlimana Herêma Kurdistanê dê derbarê êrîşên Tirkiyê ser vê herêmê lêkolîn bike

Sê komîsiyonên Parlimana Herêma Kurdistanê jibo lêkolîna li ser êrîş û şandina hêzên Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê bûn memûr û encama van lêkolînan dê radestî dewleta Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê were kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Roj Newsê, Desteya Seerokatiyê ya Parlimana Herêma Kurdistanê di civîna vê dawiyê ya Parlimanê ku piştî du mhean betlaniya çalakiyên Parlimanê hat lidarxistin, Komîsiyonên karên navxweyî, Pêşmer û Pêwendiyên derveyî yên Parlimanê jibo şopandina û lêkolîna li ser êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê erkdar kirin.

Ev komîsiyon erkdar bûne ku raporeke tam ji hûrgilliyên êrîş, şandina hêzan û operasiyona leşkerî ya Tikriyê li nav Herêmê û ziyanên pêkhatî di encama van êrîşan da li 4 parêzgehên Herêmê amade bikin û radestî dewleta navendî ya Iraqê û dewleta Herêmê bikin.