Xalid Mihemed Elî parlementerê berê yê Tevgera Goranê qala qaçaxkirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê qaçaxçiyan va bi rêya derbasgehên sînorî yên Tirkiyê kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku ti lihevkirinek digel YNK'yê ji bo paşdaxistina dema hilbijartina Parlimana vê herêmê tinebûye û ev hilbijartin dê di dema diyarkirî da were lidarxistin.
Aryan Tawgûzî Parlementerê Tevgera Nifşa Nû li Meclîsa Iraqê got ku sê meh derengmayîna miaşa karmedên Herêma Kurdistanê karesateke mezin e.
Serokê berê yê Fraksiyona Partiya Pêşerojê li Parlemana Herêma Kurdistanê got:Heta niha şert û mercên bo lidarxistina hilbijartinên Parlemana Kurdistanê amade nebûne
Tevî daxûyaniya PDK derbarê sekinandina civîna desteya Hewlêr û Bexdayê têkildarî miaş û nift û gazê desteya Herêma Kudistanê dê here Bexdayê
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tevî ragihandina piştgiriya xwe ji doza gelê Filistînê got: Piştgiriya Îranê ji Filistînê hêjayî pesindayînê ye û Îranê di qonaxên taybet de alîkariya hemû tevgerên Kurdî kiriye.
Heval Ebûbekir Parêzgarê Silêmaniyê di presskonferansa îro da got: Ez ji hikûmeta Iraqê dixwazim ku lihevkirinnameyê bi cih bîne û miaşan di dema xwe da bişîne da ku ev rewş (greva mamosteyan) bi dawî bibe.
Parêzgarê Silêmaniyê ji hikûmeta navendî ya Iraqê xwest ku ji bo bidawîanîna boykota enstîtûyên fêrkariyê, lihevkirinnameya digel Herêma Kurdistanê ya derbarê şandina miaşa karmend û mamosteyan di dema xwe da bi cih bîne.
Xiyas Sûrçî ji berpisên payebilind ên YNK'yê got, "Nakokiyên Bexda û Hewlêrê bandoreke nerênî daniye ser miaşa karmendên Herêma Kurdistanê."
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku operasyona leşkerî ya hêzên çekdar ên vî welatî li bakurê Iraqê dijî hêzên PKK'yê berdewam e.