Daketina hilberandina nifta Herêma Kurdistanê ji 230 hezarî bo 20 hezar bermîlî
Rêveberê şîrketa peydakirina bazaran a nifta Iraqê( SOMO) ragihand ku berhemanîna nifta Herêma Kurdistanê ji 230 hezar bermîlî di rojê de daketiye 20 hezar bermîlî.
Elî Nizar ragihand ku hinartina nifta Iraqê him ji rêya boriya Cêyhanê jî gihîştiye 60 hezar bermîlî di rojê de.
Elî Nîzar her wiha got ku ku hinardekirina nifta Iraqê bi rêya boriya Ceyhanê jî gihîştiye 60 hezar bermîl di rojê de. Elî Nîzar her wiha got : ku hevkariya hilberandinê di navbera Iraq û Tirkiyê de bûye sedema berdewamiya veguhestina niftê bi rêya boriya Ceyhanê, boriya ku zirûfa wê ya rojane 1.5 milyon bermîl nift e.
Wî her wiha got ku nifta Besrayê piştgiriyê dide hinardekirina nifta Kerkukê da ku asta veguhestina niftê bi rêya Ceyhanê bigihîje 750 hezar bermîlan di rojê de û Iraq rojane yek milyon bermîl niftê bêyî dakêşana bihayê dişîne Tirkiyê. Elî Nîzar her wiha got ku hilberandina nifta herêmê ji 230 hezar bermîl di rojê de daketiye 20 hezar bermîlan û hinardekirina nifta Iraqê bi rêya boriya Ceyhanê gihîştiye 60 hezar bermîlan di rojê de.
Rêveberê SOMO`yê her wiha got ku nirxa navînî ya firotina nifta Iraqê di Tîrmehê de gihîştiye 60 dolarî ji bo her bermîlekê û her wiha îhtîmala hinardekirina nifta Kuweytê bi rêya boriyên Iraqê ji ber rawestandina hinartina welatê anê ji rêya tengerêya Hormizê heye .