Çile 08, 2026 18:01 Asia/Tehran

Partîya Demokirat a Kurdistanê (PDK) u Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro ji bo destnîşankirina berbijarê posta Serokomartîya Iraqê li polîtbîroya YNK ya li Pîrmamê civîyan.

Desteyên danuistandinker ên PDK u YNK îro careka din derbara mijara pêkaîna kabîna nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê da li Pîrmamê civîyan, lê civînoça îro bêyî daxûyanî bi dawî hat. Li gorî agahîyan di civîna îro ya PDK u YNK da ti pêşketineke ciddî pêk nehat u her du alîyan tenê basa babetên berê kir û dîsan lihev nekir. 

Hevgavê vê yekê Burhan Şêx Reûf endamê YNK pêgirî kir ku YNK li gorî peywendîyên xurt u kokvedayî digel Hevalbendîya Çarçoveya Hemahengîya Şîeyan u komên din ên sîyasî, bi dû rikeberîya ji bo bidestxistina posta Serokomartîya Iraqê ye.

Vî endamê YNK pêgirî kir: Em ji bo bidestxistina posta Cîgirîya Duyem a Serokê Parlimanê bi PDK ra neketin rikeberîyê, di halekî da ku PDK herim bi dû postên bi vî rengî li Iraqê ye. 

Serepeyv