Çile 07, 2026 18:05 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê sozên xwe pêk nehanîye

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtija digel parlimanterên Fraksyona Yekgirtuya Islamî ya Kurdistanê da ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sozên xwe yên darayî bi cî nehanîye.

Mihemed Şîya Sûdanî got: Ji wan sozên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandina 120 milyard Dînar di her mehekê da ye ku bi awayekî tam pêk nehatîye. Sûdanî pêgirî kir bi hegera bidawîbûna bûcê u daxistina dosîya hesabên bûca sala 2025ê, hikûmeta nika, nikare 2 miaşên paşdaketî yên karmendên Herêma Kurdistanê yên mehên 11 u 12ê bide. Wî bicihkirina dayîna miaşên hanê di bûceya sala 2026ê da wek rêçare zanî û pêşnîyar kir ku PDK u YNK dayîna miaşên hanê wek mercê sereke di demajoya pêkanîna kabîna bê ya hikûmeta Iraqê da û hilbijartina Serokwezîr da hilêxin. Neku berpirsyarîya nedayîna miaşên hanê dê bikeve ustîyê PDK u YNK. 

Serepeyv