Kanûn 28, 2025 19:27 Asia/Tehran
  • Wezareta Darayîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Di 3 rojan da yê miaşê karmendan were dayîn

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xişteya dayîna miaşê karmend u miaşwergiran a meha Tişrîna Yekem ragihand ku li gorî wê yê miaşê hemî karmend u miaşwergiran di 3 rojan da were dayîn.

Wezareta Darayî u Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku diravê pêwîst ji bo dayîna miaşê karmend u miaşwergiran ê meha Tişrîna Yekem nika di hesabê Çiqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê da ye u dayîna miaşan jî yê ji sibê va destpê bibe u roja çarşemê jî bi dfawî were.

Wezareta Darayî u Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 934 milyard u 845 milyon dînar ji bo dayîna miaşê meha dehem hatîye hesabê vê wezaretxaneyê yê li Çiqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê. 

Serepeyv