Kanûn 27, 2025 12:02 Asia/Tehran
  • Şewata berfireh li bazara kempa Êzîdiyan li Zaxoyê/ 35 dikan di nava êgir de şewitîn

Şewata giran ku vê sibê bazara yek ji kampên Kurdên Êzîdî li Zaxoyê girt ber xwe, bû sedema şewitîna bi dehan dikanan û zirara madî ya giran çêkir.

Muqedem Cemal Hesen, rêveberê Navenda Vemirandina Agir a Zaxoyê ragihand: Ev şewat vê sibê  siet 6`ê li kampa Bacid Kendal qewimî û di encamê de, di navbera 30 û 35 dikanên di hundurê kampê de tam şewitîn.

Wî her wiha got: Vê bûyerê tu ziyanên canî  tinebûn lê zirara madî pir zêde ye.

Rêveberê beşa vemirandina agir her wiha tekez kir ku ji ber lezgîniya bayê, metirsiya belavbûna agir bo deverên din ên kampê û derketina ziyanên canî hebû, lê tîmên vemirandina agir karîn pêşiya belavbûna agir bigrin û di nava kêmtirî du sietan de agir bitemirînin .

Li gorî  gotina wî, sedema sereke ya vê şewatê lihevketina têlên elektrîkê bû.

Serepeyv