Piştgiriya PDK ji Bafil Talebanî jibo bidestxistina posta serokkomartiya Iraqê
Kanûn 22, 2025 21:48 Asia/Tehran
Endamê Desteya Kargêr a Polîtboroya PDK got ku ev partîya piştgiriyê dide berbijariya Bafil Talebanî jibo posta serokkomartiya Iraqê.
Hişyar Zêbarî, Endamê Desteya Kargêr a Polîtboroya PDK got ku tevî piştgiriya PDK ji berbijartiya Bafil Talebanî, pirsgirêkên wekî şarezanebûna wî ser zimanê erebî û bawernameyên xwendinê yên wî nehiştine ku ew ji aliyê iraqiyan ve were pejirandin.
Zêbarî got ku beriya hilbijartinan, me rêkeftineke baş bi YNK re hebû lê wan dem derbas kirin û niha rew guheriye û em cuda li ser mijara pêknaîna kabîneya Hikûmeta Herêam Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gotûbêjan dikin.