Kanûn 20, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna lihevkirina nihênî ya Trikîyê u Herêma Kurdistana Iraqê

Sîyasetvanekî iraqî basa lihevkirina nihênî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî u Tirkîyê kir.

Mihemed Zarî endamê Hevalbendîya Enbarê pêgirî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî bêyî haydarîya hikûmeta navendî ya Bexdayê rêkevtinameyeke nihênî bi Tirkîyê re wajo kirîye û di çarçova wê da, artêşa Tirkîyê dikare binkeyên nû di nav axa Iraqê da ava bike. Zarî herwiha got: Di rêkevtinameya nû da pêgirî hatîye kirin ku dema ketina hêzên Tirkîyê nav herêmên bakura Iraqê nabe rê li ber wan bê girtin u dema ew hêzana pêrgî pirsgirêkê bûn jî, divê pişta wan bê girtin. Li gorî vê lihevkirinê, herwiha yê piştgirîya aborî ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bê kirin u bi qaçaxî firotina nifta Iraqê ji parêzgehên bakura vî welatî bo Tirkîyê yê were domandin. Dewleta Tirkîyê jî soz daye ku bi dizî ve pişta hikûmeta Barzanî bigire.

Serepeyv