Kanûn 15, 2025 15:10 Asia/Tehran

Hin çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku PDK u YNK ji hin daxwazênm kilîdî hatine xwarê û li ber destpêkirina muzakireyên pêkanîna kabîna nû ya Herêma Kurdistanê ne.

Dezgeha Kurdistan Waç li Amerîkayê basa nermbûna PDK u YNK di daxwazên beranberî hev da kir u nivîsî ku bi dû xitimîna sîyasî ya bi mehan, hin nîşaneyên pêşketinê di demajoya pêkanîna kabîna nû ya Herêma Kurdistana Iraqê da xûya dikin. Li gorî raporan, YNK ji daxwaza xwe ya wergiritna Wezareta Karên Hundur hatîye xwarê, daxwaza ku PDK bi awayekî teil dijî wê bû.

Bi giştî wer xûya dike ku YNK u PDK ber bi lihevkirineke piratîkî va diçin. Di vê çarçovê da, Nêçîrvan Barzanî yê wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne, lê hejmara cîgirên wî yê ji 2 kesî dakeve kesekî û ew posta yê raberî YNK were kirin. Mesrûr Barzanî jî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bimîne û Cîgirekî wî jî yê ji YNK be ku li gorî ihtimaleke zêde Qbad Talebanî ye. PDK yê Wezaretxaneyên Karên Hundur u Çavkanîyên Sirûştî di destê xwe da ragire u Wezareta Darayîyê jî yê radestî YNK were kirin. Herwiha ev ihtimala heye ku Wezareta Şaredarîyan ku ji hêla xizmetguzarîyan va di asteke biind da girîng e, radestî YNK were kirin û di berdêlê da Wezareta Avahîsazîyê jî bibe para PDK. Li Parlimana Herêma Kurdistanê jî, biryar e ku serokatîya parlimanê bidin YNK û cîgirekî serokê wê jî ji PDK be. Lê usa dîyar e ku nakokîyên têkildarî posta sekreterîya parlimanê didomin, posta k udi piratîkê da roleke wekî Cîgirê Duyem ê serokê parlimanê dilîze. YNK pêkutîyê dike u ev posta jî di destê wê da be ta ku desthilata serokê parlimanê desthilateke rastî be. Li himber da, PDK yê sozê bide ku piştgirîyê bide berbijarê YNK yê posta serokomartîya Iraqê. Çareserkirina nakokîyên di navbera PDK u YNK têkildarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê da, yê rê ji bo lihevkirina wan li Bexdayê xweş bike u meriv dikare hêvîdar be ku bi lihevkirina van du alîyana têkildarî berbijarê posta serokomartîya Iraqê beşeke xitimîna sîyasî li vî welatî were vekirin u pêngavên din ên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bên rakirin. 

Serepeyv