Kanûn 02, 2025 20:56 Asia/Tehran
  • Hêzên Lacanê pabendê biryara serokê komîteya ewlehiyê ya Hewlêrê nabin

Her çend xelkê gundê Lacanê vegeriyane malên xwe, lê heta ku ev nûçe belav bibe hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê pabendî biryara serokê komîteya ewlehiyê ya Hewlêrê nebûne û ji gundê Lacanê venekişiyane.

Her çend şeva borî Omîd Xoşnaw parêzgarê Hewlêrê ku hevdem Serokê komîteya ewlehiyê ya parêzgehê ye jî  soz da xelkê gundê Lacanê ku hêzên ewlehiyê dê sibê ji gund vekişin, lê hêzên ewlehiyê hîn venekişiyane. Lewma rexnegir dibêjin ku hêzên li Lacanê li benda fermana hizbî bin ku vekişin.  Xelkê gundê Lacanê roja Duşemê  bi  jin, zarok û mêrên gund ji malên xwe hatin derxistin. Bi sedan niştecihên gund duh bi şev li kolanan man. Ger çi îro  ew zivirîn malên xwe lê heta niha cadeya Gwêrê û kolanên gundê Lacanê bi hêzên emnî yên PDK hatien dorpêçkirin. Di 29ê Mijdara 2025an de, di xwepêşandanekê de li gundê Lacanê yê parêzgeha Hewlêrê zêdetirî 10 kes birîndar bûn û kesek hat kuştin.

 

Serepeyv