Lawazbûna mewqiya kurdan li Bexdayê tevî zêdebûna hejmara dengên hin partiyên kurd di hilbijartinên vê dawiyê de
Partiyên kurd li Iraqê tevî bidestxistina 58 kursiyan di hilbijartinên vê dawiyê de ji ber qelişta kûr a navxweyî û kêmbûna giraniya siyasî li gorî demên berê êdî nikarin di pêvajoya avakirina hikûmeta Bexdayê de roleke diyarker hebin.
Di hilbijartinên vê dawiyê yên parlimana Iraqê de, ti partî û tevgerên Şîe piraniya pêwîst ji bo avakirina hikûmeteke nû bi dest nexistin û çarçoveya hevahengiyê neçar e navbera partiyên piçûk lê hevkêş de hevsengiyek çêbike. Di rewşeke wiha de, partiyên kurd ên Iraqê, ku di du dehekên borî de çend caran di avakirina hikûmeta Bexdayê de rola diyarker hebûne, niha di rewşeke hîn hesastir de ne. Nakokiyên çaresernebûyî navbera Partiya Demokrat û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de hem avakirina kabîneya herêmê rawestandiye û hem jî hêza muzakireyê ya Kurdan li Bexdayê pir kêm kiriye. Partiyên kurd li Iraqê tevî ku 58 kursî di parlemana nû ya Iraqê de bi dest xistine, lê pêka berê giraniya siyasî ya kêmtir hene. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 27 kursiyan di parlemana nû ya Iraqê de partiya herî mezin a Kurdan e, lê ji destdana çar kursiyan li gorî hilbijartinên 2021`an bandora wê ya berê kêmtir kiriye. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî nêzîkî 18 kursi bi dest xist û li Kerkukê pêşveçûnek bi dest xist, lê ji babet sercem dengan ferqekek zêde bi reqîbê xwe yê sereke re heye. Partiyên dijber jî bi 13 kursiyan, bandorek cidî ser pêvajoya siyasî ya Bexdayê û avakirina hikûmeta nû nakin. Lê vê carê tenê şansê partiyên Kurdî li Bexdayê reng e nebûna piraniya mutleq di navbera partiyên Şîe de be, mijara ku dikare bibe derfetek ji bo PDK`ê ku di gotûbêjên avakirina hikûmetê de debandora xwe hebe. Bi taybet ger Mihemed Şiya Sûdanî ji bo cara duyê wekî serokwezîr bibe berbijar. Lê kurdên Iraqê bi Sûdanî re nakokiyên wan heye ji wan dikarin amajeyî nedayîna mûçeyên tam û hemû miaşa karmendên herêmê, nakokiyên derbarê cîhanîna destûrê û nakokiyên niftê û budceyê. Çareserkirina van nakokiyan jî ji ber qeliştên siyasî li Bexdayê û biryarên dadwerî yên sînordar zehmet e. Kurd di rewşa siyasî ya Iraqê de hîn jî girîng in, lê berovajî berê, biryara dawî ya avakirina hikûmeta pêşerojê li Bexdayê, ne di destê wan de ye.