Redkirina giliyên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê Komîsyona hilbijartinê ve
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand ku giliyên Partiya Demokrat û Yekîtiya Niştimanî dijî hev li Hewlêrê û Silêmaniyê ji ber nebûna belgeyên pêwîst hatine redkirin û piraniya giliyên tomarkirî heta niha bê belge ne.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku giliyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî hev ji ber nebûna belgeyên pêwîst li bajarên Hewlêrê û Silêmaniyê hatine redkirin.Li gorî ragehandina komîsyonê, du giliyên nûnerên Partiya Demokrat li dijî Yekîtiya Niştimanî û giliyek ji aliyê Yekîtiya Niştimanî dijî Partiya Demokrat li Hewlêrê hatine kirin, hemû bê belge ne.
Îmad Cemîl, serokê tîma medyayê ya Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, her wiha bal kişand ser zêdebûna berdewam a giliyên ji encamên hilbijartinê û got ku piraniya giliyan têkildarî amar û encamên dawîn in û komîsyonê piştî bidawîbûna denggirtinê vîdyoyek ji encamên sindoqên dengdanê weşandiye da ku şefafiyetê misoger bike.