Se`dî Ehmed Pîre: Pêknehatina hikûmeta Herêma Kurdistanê têkilîyek bi hilbijartina Iraqê ra tineye
Rayedarê payebilind ê YNK pêgirî kir ku asêbûna pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ku têkilîya xwe bi nakokîyên asayî yên di navbera YNK u PDKê ra heye, ti têkilîyek bi hilbijartina parlimanî ya Iraqê ra tineye.
Se`dî Ehmed Pîre got: Muzakireyên bi PDK ra didomin, lê newekhevbûna nêrîna her du alîyan babeteke asayî ye. Wî jordaçûna hejmara kursîyên YNK jî encama ``rola dîrokî û helwesta netewperwerane`` ya YNK zanî û got ku YNK yê berî tevlîbûna nav her hevalbendîyekê li Bexdayê, yê li benda zelalbûna encama rikeberîya di nav şîe`yan da bimîne.
Se`dî Ehmed Pîre herwiha xwest ku zexta ser rêvebirên Kurdistanê ji bo çareserkirina meseleya herêmên kêşeliser were zêdekirin û got ku vegerandina derhatên niftê bo Bexdayê dikare alîakrîyê bide çareserkirina qeyrana dayîna miaşan. Wî herwiha hebûna peywendîyeke hevseng di navbera YNK u alîyên sîyasî yên Iraqê da mîrasa Mam Celal zanî û pêgirî kir ku biryardayîna YNK derbara piştgirîya ji Serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî da maye ser encama muzakireyên Şî`eyan.