Mijdar 13, 2025 18:30 Asia/Tehran
  • Milyonek u 700 hezar kesî li Herêma Kurdistanê hilbijartin boykot kir

Li Herêma Kurdistanê zêde ji milyonek u 780 hezar kesî hilbijartina parlimana Iraqê ku roja sêşemê hat lidarxistin, boykot kir.

Li gorî amarên hatine weşandin, li Herêma Kurdistanê nêzî 3 milyon u 883 hezar u 501 kesî mafê dengdanê hebû ku 3 milyon u 68 hezar u 839 kesî navê xwe ji bo wergirtina karta bayometrîk tomar kiribû, amar nîşan didin ji vê hejmarê zêde ji milyonek u 780 hezar kesî hilbijartina parlimana Iraqê ku roja sêşemê hat lidarxistin, boykot kir. 

Ji hêla din ve, berbijarekî YNK bi 96 hezar dengî wek rekor di rêza yekem a berbijaran da cî girt. Li gorî encamên berayî yên hilbijartina parlimana Iraqê, Rêbwar Taha parêzgarê Kerkûkê ji YNK, bi zêde ji 96 hezar dengî di nav berbijarên vê dewra hilbijartina parlimana Iraqê da dengê herî zêde bi dest xist. 

Serepeyv