Cotmeh 14, 2025 19:00 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê di 15 rojan de sê milyon bermîl nift hinartiye Tirkiyê

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistana Iraqê, bal kişand ser vê yekê ku pişka 50 hezar bermîla niftê bo mesrefa navxweyî têra pêdiviyên xelkê herêma kurdistanê nake û ragihand di 15 rojên borî de nêzîkî sê milyon bermîl nift ji herêmê re bo Tirkiyê hatine hinartin.

Kemal Mihemed, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistana Iraqê, got: Di 15 rojên borî de, nêzîkî du milyon û 945 hezar bermîl nift ji Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê hatiye hinartin û niha rêjeya hilberîna rojane ya niftê li herêmê digihîje 250 hezar bermîlan. Wî her wiha got: Di vê midehê de  du astengiyên teknîkî ser rêya hinardekirinê derketin holê. ya yekem, tijîbûna tankeran li Bendera Ceyhanê û ya duyemîn, derengmayîna hatina tankerên  hilgirê niftê. Kemal Mihemed diyar kir: Li gorî peymana heyî, rojê  50 hezar bermîl nift  jibo mesrefa  navxweyî ya herêmê tê terxankirin lê ev rêje têra pêdiviyên xelkê nake ji vê rêjeyê tenê nêzîkî milyonek û 500 hezar lître benzîn tê hilberandin ku navbera sê  parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê tê belavkirin. Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî her wiha got: Sînordarbûna rêjeya nifta terxankirî bandorek rasterast li ser biha û asta benzînê li herêmê kiriye.

Serepeyv