Cotmeh 12, 2025 19:15 Asia/Tehran
  • Şandina dosiya Lalezarê bo NY ser daxwaza parêzerên Lahûr Şêx Cengî

Serokê tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî ragihand ku dosiya Lalezarê dê ji NY û konsulxaneyên welatên Rojavayî re were şandin.

Burhan Reşîd Gule, di daxuyaniyekê de ragehand: Ev mesele dosiyeke qanûnî ye. Em ê vê mijarê ji nivîsgeha Mafên Mirovan a NY li Iraq û Hewlêrê û her wiha  ji konsulxaneyên welatên Rojavayî  re ragehînin û em ê qet li ser vê yekê bêdeng nemînin. Wî her wiha bang li malbatên girtî û kesên bêserûşûnbûyî li dosiya Lalezarê kir ku nav û navnîşanên xizmên xwe bidin tîma parêzeran û tekez kiriye: Em  wan  piştrast dikin ku em ê hewldana xwe ji bo azadkirina girtiyan berdewam bikin.

Serepeyv